Nivîskarê Kurd ê xelkê Bakurê Kurdistanê, “Burhan Sonmez” bû Serokê nû yê PENa Navnetewî.
Saziya “PEN”a Navnetewî roja Înî 24`ê Îlonê, serokê xwe yê nû hilbijart û di dawiya merasîmê de, hate ragihandin ku nivîserê Kurd “Burhan Sonmez” wek Serokê nû yê PENa Navnetewî hatiye hilbijartin.
Di vê derheqê de Saziya PENa Navnetewî ragihand: “Em kêfxweş in ku romannivîsê Kurd û parêzerê mafê mirovan, Burhan Sonmez wek Serokê me yê nû hatiye hilbijartin”.
Burhan Sonmez dê 6 salan wek serokatiya PEN bimîne.
Navbirî pişka hiqûqê li zanîngeha Stenbolê dawî pê aniye û ev çendîn sal e jî, li Brîtaniyayê dijî.
Burhan Sonmez nivîserê Kurd gelek xelat jî wergirtine ku yên herî girîng xelata “Vaclav” li Amerîka û ya “EBRD” jî li Brîtaniyayê bûye.
“Burhan Sonmez” endamê sê navendên PENê ye: PENa Îngilîzî, PENa Kurd û PENa Tirkiyê. Ev bi salan e endamê Rêvebiriya PENa Navnetewî bû.