Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdek bû Wezîrê Taybet yê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê

11:54 - 29 Çirriya paşîn 2020

Parlemantarekî Kurd li welatê Birîtaniyayê bû bi Wezîrê Taybet yê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê û ew Kurde ji aliyê “Boris Johnson” ve hatiye diyarîkirin.

Parlemantarekî Kurd yê bi navê “Nedîm Zehawî” li ser rûpela xwe ya tora civakî ya “Twitter”ê nivîsandiye, ku ji aliyê Serokwezîranê Birîtaniya, “Boris Johnson” ve wekî Wezîrê Taybet yê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê di wî welatî de hatiye diyarîkirin.

“Nedîm Zehawî”di eslê xwe de Kurd e û bav û dayîka wî Kurdê xelkê bajarê Bexdayê bûne ku li sala 1976an de koçberî Brîtaniyayê bûne.

“Nedîm Zehawî” jidayîkbûyê sala 1967an li bajarê Bexdayê ye û ji sala 2010an ve wekî Parlemantar di Parlemana Brîtaniyayê de ye.

Di welatên Ewrûpa û herwisa li welatên pêşketî yên cîhanê de, xelkê Kurd xortên hêja û serketî hene ku bikêrhatineke berçav di tev aliyan û zanistan de, zîrekî û pêşketîbûna xwe nîşan dane, lê xelkekî zêde ji gelê Kurd li Kurdistana dagîrkirî de hene ku bêpar ji her derfetekî ne û rejîmên dagîrker nahêlin ew xelk serbikevin û hêjatiya xwe nîşan bidin.