Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz yê Kurdistana Sor çû ber dilovaniya xwe

11:56 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz xelkê Kurdsditana Sor a Ozbekistanê çû ber dilovaniya xwe.

Roja Înê 19`ê Nîsana 2019`an Kesayetî û xebatkarê naskirye Kurdistana Sor û kurdên diyazporayê,dostê nêzîke Hizba demokrat a kurdistana Îranê û xebata Rojhelatê Kurdistanê "Wekîl Mustefayev" , li Îtaliyayê koça dawî kir.

Mustefayêv di sala 1938`an li Ozbekistanê, li malbateke penaber de jidayîk bibû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Rojhilata Navîn hatibû sorgûnkirin.

Di sala 1967`an de ew beşa Maf li zanîngeha Qirgizistanê diqedine û piştî bidawî anîna zanîngehê dibe cihigirê asayişê yê bajarê Oşê li Qirgizistanê, piştire dibe parêzerê bajêr.

Wekîl Mustafayêv di dema Sovyetê li wezerata polîsê ya Qirgizistan, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezîfeyên cuda bi digire b istûyê xwe.

Di sala 1980`î de serokatiyê şubeya cinayetên giranî ya Wezareta Hûndirî ya otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye.

Di sala 1988`an de li Sovyetistanê tevlîhevî û alozî di navbera miletên corbicor de dest pê dike, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zexmên neteweperestî dest pê dike, W. Mustafayêv tevî hevalên xwe rêkxistina “Yekbûn” ê ava dike, û dibe cihigirê wê Yekîtiyê, û armanca wî ji nû ve avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.

Wekîl Mûstefayêv, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek li welatê Îtaliyayê li Ewropayê dibe koçber.
wî nivîskarî Kurd, pirtûka dîrokî ya bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” nivîsiye û herwisa xwediyê sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.

Wekîl Mustefayêv, Kurdekî niştîmanperwer, Kurdistanparêz, mirovekî xwedî prensîp, şaşnebar û welatparêzekî resen bû.
Heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe meşand, û lipey xwe mîrateke dewlemend bi cih hişt.

Xwedêjêrazî Mustefayêvwelatparêzekî dilsoz û nîştmanperwer bû û herwisa dostê nêzîkî PDKÎ bû ku bo kongreya 16`an ya PDKÎ peyam jî şandbû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nerhet bûn derheq jidest dana wî kisayetiyê welatparêz û nivîskarê Kurd yê Kurd, sersaxiyê dibêje malbat xizim, û kesûkarên Wekîl Mustefayev.