Kurdistanmedia: Li dardekirina girtiyên siyasî ên Kurd bi destê rejîma Îslamiya Îranê, ji aliyên Kurdên akinciyên Danmarkê bi çalakiya 9 rojan li ber deriyê Parlemana vî welatî protesto kirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, berwara 7\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, paş 9 roj narizayetî yên Kurdên akinciyên welatê Danmarkê ku ji aliyê fidirasyona komele Kurdan û bi alîkariya komîteya alîkariya hêzên Kurdî pêkhatibû, bi birêvebirina meşeke serxwe bo ber deriyê her yek ji balwêzxane û konsolxana rejîma Îraanê di vî welatî de dawî pê hat.
Naraziyan ji hemberî li darvekirina ciwanên Kurd bi destê rejîma Îslamî ya Îranê ew xwenîşandane bi hildana xêwetek bo heyamê 9 rojan li ber deriyê parlemana Danmarkê narizayetiya xwe ji vî rejîmê derbirîn û di dawiyê de bo balwêzxane û konsolxaneya rejîma Îranê rêpêwaneyek encam dan.
Di vê meşê de xwenîşandanan sirûda netewî a Ey reqîb xwandin û bi danîna derûşmeke zaf li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, li dardekirina girtiyên siyasî ên Kurd protesto kirin.
Di vê xwenîşandanê de peyama fidirasyona komele Kurdên Danmarkê û komîteya alîkarî bi du zimanê Kurdî û Danmarkî hat xwandin.
Hejmareke zaf ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Danmarkê beşdarê wê xwenîşandanê bû.
Çalakiya han li berwar 29\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'ê dest pêkir û heya berwara 7\'ê Çileya Pêşîn dom kir.