
Kurdistanmedia: Kurdên çar parçên Kurdistanê, bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe, li hemberî îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, û herwisa bombebarankirina binke û baregehên Partiya Demokrat ji aliyê vê rejîmê ve, li pêşberî deriyê nûneratiya “UN” ya li Herêma Kurdisatanê, civîneke berfireh lidar xistin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarê Hewlêrê li cihê civîna nerazîbûnê de ragehand ku, Îro Çarşemî rêkefta 21`ê Xermanana 1397`an, Kurdên çar parçên Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, çalakvanên siyasî û medenî, saziyên medenî û hevwelatiyên medenî xwenîşandaneke berfireh li paytexta Herêma Kurdistanê li pêş deriyê nûneratiya “UN” lidar xistin, û di vê xwepêşandanê de, beşdaran bi hilgirtina pilakardan, û wêneyên şehîdên bombebarana mûşekî a rejîma terorîstî a Îranê, û girtiyên siyasî yên Kurd yên hatinî îdamkirin, ji aliyê rejîma Îranê ve, ew rejîm şermezar kirin.
Ev xwenîşandana bi armanca nîşandana nerazîbûnê lihemberî bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve û herwisa bombebarankirina mûşekî a binke û baregehên partiya Demokrat ji aliyê vê rejîmê ve li pêş deriyê nûneratiya “UN” ya li Herêma Kurdistanê, hate lidarxistin.
Di vê xwenîşandanê de, nûnerên partî û aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê beşdar bûn û di peyamên xwe de ev êrîşa mûşekî a rejîma Îranê ya bo ser binke û baregehên partiya Demokrat şermezar kirin, û tekez jî kirin ku rejîma Îranê mehkûm bi neman û herfînê ye.
Hevdem xelkê xebatkar ên Kurdistana Rojhilat Îro Çarşemî rêkefta 21`ê Xermanana 1397`an (12`ê Îlonê) ji bo nîşanda bêzarbûna xwe û “ne” gotin bi rejîma terorîstî a Îran û şermezarkirina êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baregehên partiya Demokrat û herwisa îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd, dest avêtine girevê.
Xelkê bivêr yê Kurdistanê, piştî êrîşa mûşekî ya rejîma Îran û îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd li rêkefta 17`ê Xermanana 1397`an, biryar daye ku Îro Çarşemî bi armanca şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya rejîma Îranê, deriyê dukan û bazarên xwe dabixin û şeqaman vala bikin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, çend rojan berî niha, di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiribû da ku ji bo şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya rejîma Îranê dest bi girevê bikin, û “ne” gotne rejîma terorîstî ya Îranê.
Piştî vê bangeşeyê, xelkê seranserê Kurdistana Rojhilat bi tevahî dukan û bazarên xwe daxistin û “Ne” gotne rejîma terorîstî a Îranê.