Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi merema yada 30 saliya terorkirina “Dr.Qasimlû” û hevalên wî, bi lidar xistina çalakiyên bangewazî berdewamin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tekoşerên Demokrat li gund û bajarên Kurdistanê, bo piştevanîkirin li xebata rewa ya Partiya Demokrat û herwisa rêzgirtin li şehîdên Vîyenê ku bi destê terorên rejîma Îslamî a Îranê li ser maseta gotûbêjê hatine şehîdkirin, bi awayên cuda çalakiyên bangewazî lidra xistin.
Qehrimanên Demokrat li bajarê Neqedê, li gundê “Xelîfîyan û Memeliyan” û herwisa “sêrêya Mihemedyar”, tirakit û posterên taybet bi 22`ê Pûşperê belav kirin.
Hevdem xurtên Demokrat li çiyayên gundê “Memeliyan û Çeqel Mistefa” alaya pîroz a Kurdistanê daligandin.