Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan berdewame li ser nû kirina peymanê di gel rêbaza Şehîdan

13:04 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkevta 22 yê Pûşperê, bi encamdana kar û çalakiya teblîxî, peyman di gel xwîna şehîdan nû kirin.

Endamên PDKÎ li bajarê Pîranşehrê û deverên wê de, bi hilkevta 31 emîn salvegera şehîd bûna Dr. Qsimlo û hevalê wî, bi awayekî berfireh kar û çalakiya teblîxî bi rêve birin û bi wî cureyî peymana domandina rêbaza şehîdan nû kirin.

Endamên çawnetirse PDKÎ di çendîn herêmên girêdayî bi bajarê Pîranşehrê de, bi nivisîna diruşman û belavkirina tirakt û pustêrên taybet bi 22 yê Pûşperê, yadê şehîdên Viyenê bilind ragirtin.

Ew cihên ku di Pîranşehrê de şahidê kar û çalakiya endamên Hizbê bûn ewanene: Piraniya taxên bajarê Pîranşehrê, weke: Xanê yê Bêhdaşt, ser rêkên bajar û Herêma Berî Mêrgan, gundên: Nemincî, Badînawê, Girdîm Xanê û gelek cihê dinê.