Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan bi awayekî berdewam digel pêşmergeyan peymanê nû dike

12:19 - 7 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bo pêşwazîkirin ji salroja “Pêşmergê Kurdistanê”, bi awayekî berdewam çalakiyên tebilîxî encam didin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat bo nûkirina peymana xwe digel “Hêza Pêşmerge û pîrozkirina 26`ê Sermawezê” di gund û bajarên Kurdistanê de, bi awayekî berdewam çalakiyên tebilîxî lidar dixînin.

 Her di vê pêwendiyê de jî, li bajarê Bane, xebatkarên Demokrat li “sê riya Boyen, Baneya berê, Parka bajar, Dukanan û Pîrmuradê” tirakt û postêrên taybet bi roja pêşmerge belav kirin.

Hevdem li bajarê Merîwanê jî, ciwanên Demokrat bi awayekî berfireh, wêne û tiraktên taybet bi roja 26`ê Sermawezê, di nav kolanên bajar û gundan de, belav kirin.

Di berdewamiya kar û çalakiyên  teblîxî de, endam û alîgirên Partiya Demokrat, di gundê “Endêzê” a girêdayî bajarê Pîranşarê de jî, bi nivîsîna diruşmên taybet bi roja  pêşmerge, û belavkirina  wêne û postêran, ev salroja pîroz kirin, û soz dan heya serkevtinê, wê rêbazê  berdewam bikin.