
Endam û alîgirên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê bi hilkefta roja Pêşmergê Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Têkoşerên Demokrat li Serdeştê li “Zînwê Goran” alaya Kurdistanê bilind kirin.
Bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Ala û Hêza Pêşmergê Kurdistanê, beşek ji lawên Tengîserê tevî bilindkirina alaya mezin a Kurdistanê bi panatiya 4 mîtir li 3 mîtir li çiyayê “Pîrejin” ku zal e bi ser wê gundê de, peyamek jî belav kirin. Ew alaye ji aliyê caşan ve hate xwarê.
Komek ji Pêşmergên Sipîpoş yên endamên Partiya Demokrat bi hilkefta 26`ê Sermawezê peyame belav kirin.
Li Seqizê endamên PDKÎ bi lidarxistina çalakiyên banghêjî berdewam in û roja pêşmerge bilind radigrin.
Li Sineyê li “Nayser” li bilindahiya “Kuçke Reş” çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endam û alîgirên çavnetirs yên PDKÎ bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê di nav bajarê Sineyê de çalakiyên banghêjî lidar xistin, ew çalakiyane pêkhatibûn ji wan cihan: “Taxa Haciyavaya Jûrû, Haciyavaya Xwarû û Parka Zeferiye ya Aviyer”.
Endamên dilsoj û têkoşerên Demokrat li Dêwulanê bi hilkefta 26`ê Sermawezê çalakiyên banghêjî lidar xistin. Ew cihên ku çalakî têde hatine lidarxistin pêkhatibûn ji: “Gundên Qela Polayê Leylax, Heqe, Elî Avayê Lûç, Dilik, Çeşme Menteş, rêya Dêwulan, Bîcar, Sine û herwisa li nav bajarê Sirêş Ava”.
LI Boriyer a ser bi Merîwanê bo carek din çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li bajarê Şinoyê li taxên Rehîm Abad û Rehîmzade, bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê çalakî lidar xistin.
Di berdewamiya kar û çalakî di bajarê Nexedeyê de li gundê Wezenê û rêya Nexede-Pîranşehir çalakiyên Banghêjî hatine lidarxistin.
Bi hilkefta 26`ê Sermawezê li “Axeliyan, Sirîlava, Pîroliya Baxî, Qariceya mezin, Qariceya piçûl, rêya Qarince bo Pîrolî Baxî, Hacîlek, nav gundê Qarinceya mezin li devera Çoma Mecîdxan” çalakî hatine lidarxistin, herwisa tirakt û poster bi ser cotyaranê wê deverê de hatine belavkirin.
Li Abadanê endam û alîgirên PDKÎ li parka “Enfal, Meheleya Kuştargah û meheleya Siraw” çalakiyên banghêjî lidar xistin.