Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan bo Komcivîna Davosê hate gazîkirin, lê Îran nehate gazîkirin

11:20 - 21 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Korbenda Davosê ku mijara wê ya sereke pirsa Aboriyê destpêkir û rejîma Îranê bo vê Korbendê nehate vexwandin.

Herçiqas Îranê ragihandiye, ku bi hegera têkdana bernama karê pêşdadarêtî, Mihemed Cevad Zarîf beşdariyê di vê civînê de nake, lê di rastî de Îran hatiye piştguhxistin û bo Davosê nehatiye gazîkirin.

Welatê Sûîsê beşdarîya Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bo komcivîna Davosê betal kir.

Piraniya Serokên Welatên Cihanê beşdarî di Komcivîna Salane ya Davosê de dikin, û cuda ji mesela aborî, zaf pirsên wekî Siyasî, Ewlehî, leşkerî û ên din jî dikevne ber bas, û derfeteke ku Serokên wan Welatan li ser zaf mijaran gel hevdu gengeşê bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barizanî, îsal wekî Serokê Welatekê bo vê komcivîna girîng hatiye vexwandin û têde beşdar e.

Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê dikare derfetekî baş be bona kar û xebata diplomatîk û nasandina Kurd û Kurdistanê û baskirin ji mafê gelê Kurd digel Serokên zaf Welatên xwedî bandor ên cîhanê û bilindkirina pêgeha Kurdistan.

Qirare Serokê Herêma Kurdistan li vê derfetê mifahê vergire û digel Donald Tiramp û çendîn Serokên dine hevdîtinê bike.