
Hejmare ji xortên welatparêz ên bajarên Urmiyê û Selmasê û herêmên Mirgewer û Tirgewer, Soma û Biradost û herêmên derdora Selmasê di peyamên cuda de ragihandine, ku beşdariyê di lîstka binav hilbijartina rejîmê de nakin.
Wan xortên Kurd ku parek ji wan kesên xebatkar ên medenî bûne ragihandine, ku tevî bikaranînîna her pîlanek, ji aliyê rejîmê ve bona rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê, êdî asta hişyarî û têgehîştina xelkê ji rastiyan û naveroka dijî gelî ya wê rejîmê, di astekê de nine ku rejîm bikare wan bixapîne.
Di pareke din a peyama wan xortan de hatiye: “Bizivandina hesta netewî û çêkirina rikaberiya di navbera berbijêrên kurd û azerî de, dana siloganên birqok, dana qewl û sozên direwîn, dana sandîs û xwarin û dana imtiyazan, hemû ew pilananene ku bikarin tendûra hilbijartinê pê gerim bikin, lê xelkê me hişyare û biryara xwe daye ku neçine ser sindoqan.
Rejîm di sernixûniya xwe nêzîk bûye, rewşa aborî ya xelkê gelek xirab e, bêkarî, birsîtî, giranî, nebûna azadiyê, girtin û kuştin, kuştina rojane ya kolberên kurd û dehan derd û belayên dinê, rejîmê bi ser xelkê de anîne, lewma rejîm dixwaze bi çêkirina dorên dûr û dirêj li ser sindoqan piropagendê bike û rewayiyê bo xwe bidest bîne.
Xortên kurd di dawiyê de daxwazê ji hemû kurdeke welatparêz û azadîxwaz dikin ku bi ti curekê neçine ser sindoqan û yekîtiya netewî ya xwe careke din bo hemû cîhanê bidine kivşê.