
Tevî vê ku berfek zêde li Kurdistanê bariye û piraniya rêûbanên Kurdistanê hatine girtin, lê endam û alîgirên hertimî li çeperên PDKÎ li devedevê 2`ê Rêbendanê de çalakiyên banghêjî li gund û bajarên Kurdistanê bi rê ve birin.
Mîrav
Qehrimanên Demokrat li gundê “Mêrav” ê ser bi devera “jawero” bi hilkefta 2`ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Di wan çalakiyan de têkoşerên demokrat li bilindahiya gund alaya Kurdistanê bilind kirin û bi awayekî ku xelk bibînin, herwis logoya Hizbê çap û belav kirin.
Şino
Ciwanên şoreşvan li bajarê Şinoyê tevî rewşeke ewlehî ya hêzên rejîmê, li taxa “Rehîmava, Selîmava” û li nav bajar de çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Pîranşehr
Endamên têkoşer û dilsoj ên PDKÎ li bajarê Pîranşehrê bi hilkefta 2`ê Rêbendanê li talara “Roj” a Peswê, gundên “Girdebin, Daye Şêxî”, pira sêrêya Zinwîncan, Berdeqel, Zengiyavê, Şinozeng, Sîlloy Genm, bendava Bileban, Kêlê û Bileban, Girdikspiyan, Kundrê û sêrêya Xurinc”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Mihabad
Lawên bi hest û şoreşger li Mihabadê bi hilkefta 2`ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê li gundên “Dêbukir, Kewter, Hemzava, Hacî Mamiyan, Siyaqolla Serê, destpêka gundê Hemzeava, mizgevta Hemzeava, binkeya tendirustî ya Hemzeava” û herwisa li nav bajar li cihên wek “Pişt Tep, Berî Medrise, şeqama Ebdullkerîm, Taqedar, Cezîre, destpêka Cezîre, Berî Şîlanan û şeqama Besîc” çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.
Nexede
Li Nexedeyê têkoşerên PDKÎ bi hilkefta 2`ê Rêbendanê salvegera avakirna Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.