Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan digel pêşmergeyan peyman nû dike

17:57 - 18 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bo piştevanîkirin li pêşmerge û Partiya Demokrat çalakiyên tebilîxî birêve birin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokratê li gundên devera Mirgewer a girêdaiy bajarê Urmiyê li gundê “Lorzine” bi belavkirina wêne û traktên taybet, piştevanî li Partiya Demokrat û Pêşmerge kirin.

Qehremanên Demokrat, bi dirûşmên wekî: “Bijî gelê Kurd, mirin bo caş û xweforşan, biherife rejîma Komara Îslamî a Îranê, caş bizivirin bi himbêza gel, silav li pêşmerge ciwanên rasteqîne yên gel, silav li şehîdên Kurdistanê” û herwisa hin dirûşmên din piştevaniya xwe li Partiya Demokrat nîşan dan, û bêzariya xwe li rejîma Îranê nîşan dan.

Hevdem xebatkarên Demokratê, bi hildana alaya Kurdistanê û dirûşmên wekî “Rasan û Bajar, bijî Partiya Demokrat, Rasan berdewame, bijî Qasimlû, Pêşmerge serbilinde,  pêşmerge çavê gele, herifîna rejîmê nêzîke” û herwisa hin dirûşmên din piştevanî li hizba Demokrat kirin.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bo piştevanîkirin li Partiya Demokrat bi awayekî berdewam çalakiyên tebilîxî birêve dibin.