Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan digel rêbaza şehîdan peymanê nû dike

19:01 - 29 Adar 2021

Li Îlamê qehrimanên Demokrat bi hilkefta 10`ê Xakelêwe roja salvegera Şehîdên Kurdistanê, li bajarê Dereşar li çiyayê Kewir yê serweyê gundê Cangîrabad, bajarê Melekşay û devera Navteng, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li Bokanê, ciwanên şoreşvan bi hilkefta salvegera Şehîdên Kurdistanê li nav bajarê Bokanê, rêya Burhan, Miravaya Bokanê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin û herwisa serdana malbatên şehîdan kirin.

Li Şinoyê, li gundên “Bêmzûrtê, Xurişt û Kanî Sork” çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.

Komek endam û alîgirên PDKÎ li gundê Nîyer bi hilkefta 10ê Xakelêwe çalakiyên banghêjî lidar xistine û herwisa bi wê hilkeftê peyamek jî belav kirine.

Li “Dizeya Mirgewer” ciwanên Demokrat digel şehîdan peyman nû kirine.

Li Pîranşehrê, her bi vê boneyê li : “Şeqama Endîşe, Ferhengiyan, Sêraya Ferheng, Kemerbendiya Îmam Cum`e, dibistana Mamoste Hejar û gundên Xirape, Kelekîn û Bindrê, Xirî Birdaşan û Kendeqolan” çalakî hatine lidarxistin.

Lawên demokrat li “Bazirge” û paygeha “Tozavê” çalakî lidar xistine û serdana tirba şehîd “Hesen Îbrahîm û Mihemedemîn Keyhanîzade” kirine.

Li Merîwanê li gundê “Serdoş” û li Sine jî li gundê “Şiyan” çalakî bi rê ve birine.

Li Serdeştê, çalakiyên banghêjî li “Mîravê” li cihên wekî: “Şîwe Mêrê, rêya Çeko û Sêpekan, Xidrawî, rêya Bêlokê, destpêka Mîravê, şîrketa gaza Mîravê, şeqama Îmam, kolana Dermanga, şeqama Alwetan û qebristana Mîravê,” bi rê ve çû.