Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan peymana xwe digel rê û rêbaza şehîdên PDKÎ nû kir

18:37 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 10`ê Xakelêweyê çalakiyên tebilîxî lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bo rêzgirtin û emegnasiya xwe derheq 10`ê Xakelêweyê roja şehîdên Kurdistanê, di gund û bajarên Kurdistanê de çalakiyên teblîxî lidarxistin.

Ev çalakî wiha ne: Li devera Çoma Mecîdxan bi boneya rêûresima Newroz û 10`ê Xakelêweyê roja Şehîdên Kurdistanê, bi belavkirina peyama Newrozê a Pêşmergeyên Bajar, tirakit û postêrên taybet bi roja Şehîdên Kurdistanê belavkirin.

Herwisa roja Duşemî û Sêşemî 5-6`ê Xakelêweyê,  li gundên wekî “Riya Husên Mame, Sê rêya Atabila`î, Sê riya Qeregul û gundê Hacîlek” çalakiyên tebilîxî hatin lidarxistin.

Herwisa roja Sêşemî 6`ê Xakelêweyê, li ser riya hatûçûna xelkê gundê wekî “Qereşilax” û “Qizil Qopî” endamên PDKÎ alaya Kurdistanê daliqandin, ku bû sedema keyfxweşiya xelkê deverê.

Roja Şêşemî 6`ê Xakelêweyê, endamên PDKÎ li gundê “Aliyaw” a girêdayî bajarê Şinoyê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê roja Şehîdên Kurdistanê, tirakit û siloganên taybet bi wê rojê lidarxistin.

Rêkefta 3`ê Rêbendana 1325`an “Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û Sedrî Qazî” ku, li dadgeheke rejîma Şah de, li ser wan de hatibû sepandin, li sibêdeya roja 10`ê Xakelêweya 1326`an (31`ê Adara 1947`an), avaker û serokê Komara Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, îdam kirin.

Piştî çendîn salan, roja 10`ê Xakelêweyê, ji aliyê PDKÎ, wekî roja Şehîdên Kurdistanê hatiye bi nav kirin.