Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan peymana xwe digel şehîdan nû dike

19:14 - 29 Adar 2019

Kurdistanmedia: Digel hatina 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê, endam û alîgirên PDKÎ peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nûdikin.

Xelkê xebatkar, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Sine, bi boneya salroja bidar vekirina yekemîn serkomarê Kurdistanê- “Pêşewa Qazîmihemed” ku wekî “Roja şehîdên  Kurdistanê” hatiye binavkirine,  alaya pîroz a Kurdistanê bilindkirin û peyama xwe nûkirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Dibêjim lawê Demokratê me serê min goriyî rêbaza vê

Heya mirinê emegdarê hizba Pêşewa Qazî me

Em ciwanên bajarê Sine, bi boneya 10`ê Xakelêweyê- salroja şehîdên Kurdistanê, digel rêbaza Pêşewayê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê, peymanê nû dikin û heya bi cih hatina hemû hêviyên neteweya xwe, rê û rêbaza pîroz a van berdewam dikin.

Bijî Sine

Bijî Partiya Demokrat

Bijî Kurdistan

Herwiha endam û alîgirên PDKÎ û pêşmergeyên bajar, li gundê Kelekîn a girêdayî bajarê Pîranşarê, bi belavkirina postêrên taybet bi roja şehîdan ev salroj bilindragirtin.