Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan peymanê digel şehîdên Viyenê nû dike

12:48 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat bi boneya 22`ê Pûşperê û peyman nûkirina digel rêbaza şehîdan li ser birêvebirina çalakiyên teblîxî berdewam in.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê, bona rêzgirtina ji şehîdên 22`ê Pûşperê û mehkûmkirina terorîzma navdewletî ya rejîma Îranê, bi awayên cur bi cur çalakiya teblîxî bi rê ve dibin.  

Xortên Demokrat li gundê “Nê” ya Qehermanperwer bo heyama deqeyekê ji bilindgoya mizgewta gund, dengê şehîd Dr. Qasimlo û sirûdeke şoreşgerî belav kirin ku bû sedema kêfxweşiya xelkê.

Hevdem qehremanên Demokrat li bajarê Sine li parka Emîriye û li bajarê Şinoyê li gundê Şawanê, wêne û tiraktên taybet bi 22`ê Pûşperê  belav kirine.