
Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî bi boneya 22`ê Pûşperê di gund û bajarên kurdistanê de berdewam dikin.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamî û alîgirên PDKÎ bi boneya salvegera terorkirina Dr. Qasimlo çalakiya teblîxî lidar xistin.
Têkoşerên Demokrat di bajarê Bokanê, di cihên wekî: Mîrava, Bilwara Kurdistanê, Şehreka Saman, Parka Sahilî, Felekeya Mader, Şeqama Înqilab, Şeqama Mîrava, û riya Miyandoaw, wêne û tiraktên hizbî ên taybet bi 22`ê pêperê belav kirin.
Hevdem li bajarê Pîranşarê jî tekoşerên Demokrat li şeqama Pîran a Mengor, Hewaşinasî, Kemerbendiya Îmam Com`e û kolanên felekeya Kişawerz çalakiya teblîxî bi rê ve birine.