Xelkê Welatparêz Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî Xortên fidakare Demokrat, di dewe dewê 10 Xekelêwê Roja Şehîdên Kurdistanê de, li zaf cih û dewer û Bajaran de, bi belavkirina Tirakt û Diruşmên peywendîdar bi vê Rojê, karê teblîxî kirin.
Ev cihên ku ji aliyê endam û alîgirên hizba Demokrat we karê teblîxî tê de hatine encamdanê evin:
Kone Lacanê de ev cihane şahidê karê teblîxî bûn ewin, Mizgevt û devrûberê wê, Qutabxane û devrûberê wê, Pira di navbera Zêwe û Kone Lacanê, Kolana kişawerzî, Gezgesk, ser Riya Gezgeskê, Qutabxana Gezgesk, Mizgevta gezgeskê, Zêwe, Ser Riya Zêwe, Mizgevta Zêwe, Qutabxana Zêwe, Kasûrdeyê.
Herwisa Piraniya kolan û dîwarên Bajarê seqizê jî şahidê kar û çalakiya teblîxî bûn.
Di Bajarê Îlamê jî Xortên demokrat bi boneya 10 xakelêwê karê Teblîxî kirin. Ev cihên ku di Îlamê de şahidê Karê teblîxiye xortên Demokrat bûn evin: mizgevta nebî, mizgevta qaêm, mizgevta camê`î, bilwara Îmam, bilwara Pasdaran, Çwar rêya Cimhûrî.