Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan xelkê Kutolê bi tenê nahêle

11:27 - 6 Adar 2020

Kempeynên komkirina alîkariyê bo xelkê ku li devera kutol û Xoyê bi hegera erdhejê xisar dîtin, gelê me yê kurd xwe erkdar zanî û di hewara xwişk û birayên xwe yê xisaradîtî de çûn.

Karwanek ku pêkhatibû ji 10 maşînan, ku barê wan hewcehiyên jiyanê bûn, û di kempêynekê de ji aliyê xelkê xemxwar û welatparêz ên bajarê Şino û herêmên girêdayê wî bajarî ve hatibûn komkirin, giheşte devera Kutolê.

Ew hewcehiyên jiyan û alîkariya xelkê Şinoyê, bi ser xelkê wan gundan de hate parkirin ku bi hegera erdhejê mal û jiyana xwe ji dest dane û perîşanin.

Rejîma dijî mirov a Îranê heya niha jî ti alîkariyeke wisa negihandiye xelkê Kutolê, lê xelkê Kurdistanê bi komkirin û gihandina hewcehiyên jiyanê bo xelkê Kutolê, xwişk û birayên xwe bi tenê nehêlan û di hawara wan de çûn û êşa wan kêm kirin.