Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan xwe bo girevgirtina giştî amade dike

18:47 - 10 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Piştî daxwzakirina “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, ji bo lidar xistina girevgirtina giştî di Kurdistanê de, gelê Kurd xwe ji bo destanrêsiyeke nû amade dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, komên xelkê Kurdistana Îranê, bi armanca şermezarkirina kiryara dijî mirovî a rejîma Tehranê a di heyama çend rojên borî de, ya li dijî gelê Kurd e, li ser daxwaza “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, xwe ji bo lidarxistina girevgirtina seranserî, amade dike.
Li gorî vê nûçeyê di piraniya bajarên Kurdistanê de, xelkê ji bo piştevanîkirin û alîkarîkirin a derheq daxwaza partiyên xwe di civînan de derheq girevigirtinê de di axvin û handerê yektir in ji bo beşdarîkirin di girevgirtina seranserê Kurdistanê de.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê,  rêkefta 18`ê Xermanana 1397`an,  di daxuyaniyekê de,  daxwaz ji xelkê xweragir û bi helwêst yên Kurdistanê kiriye da ku, roja Çarşemiya bê de, 21`ê Xermananê bi girevgirtina giştî, bêzarbûna xwe ya derheq nûtirîn tawanên komara Îslamî a Îranê rabigehînin.
Herwisa tê de rû li xelkê Kurdistanê hatiye ku: Cardin bi nehatina derve li malên xwe, betalkirina şeqam û kolanan û daxistna dukan û bazaran, nimayêşekê li bêzarî û “ne” gotina xwe bi rejîma xwînrêj û dijî Kurd nîşan bidin.

Roja 17`ê Xermanana îsal, rejîma cinayetkar ya Îslamî rûpeleke reş a din xiste dîroka tijî li tawan û hovane ya xwe derheq gelê Kurd e, û her di vê sibezoya vê rojê de celadên vê rejîmê 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên binavên “Zanyar” û “Loqman Muradî” û “Ramîn Husên Penahî” lidar vekirin, Spaha Pasdaranê jî baregeh û binkeyên PDKÎ û PDK yên li nêzîkî bajarê Koyê kire armanca erîşên mûşekî yên xwe, û her bi vê sedemê jî çendîn xebatkarên Kurd birîndar û şehîd bûn.