Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistanê yekdeng got “Na”

18:39 - 12 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê ber bi pêşwaziya ji hizban ve hatin û li dijî tewawiyeta Komara tawan û cînayetê helwest girtin, û bi bêdengiya xwe “Na”yeke qahîm gotne deshilatdarên Tehranê.

Îro Çarşemiyê 21`ê Xermananê, gelê Kurd li Kurdistana Îranê rûpeleke din ya pirr ji şanazî box we tomar kirin, ku neslên piştre wê bi şanazî ve basê dikin. Li bajarên Bokan, Sine, Seqiz, Bane, Pawe, Nexede, Şino, Pîranşar, Merîwan, Kirmaşan û Mehabadê û çendîn bajar û bajarokên din ên Rojhilata Kurdistanê wekî nerazîbûnek li hemberî bordûmana baregehên Hizba Demokrat ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, û herweha bidarvekirina lawên Kurd, dukandar û kasibkaran girev girtin.

Ew gireva sertaserî, serbarê bûna rewşeke tewaw polîsî û emniyetî û gef û çavsorkirinên rejîma serkutkar bû, lê îradeya bihêz ya gel ew xistin qedeman,  û bi kiryar selimandin ku Kurd bawerî bi sîstema zal bi ser Îranê de nine.

Herçend ku şevên borî li hinek ji bajarên Kurdistanê de, rejîm bi sedema tirsa ji birêveçûna girevê komeke çalakên siyasî û medenî ên Kurdistanê gazî kirin û destbiser kirin, lê xelkê biryara  yekalîker ya xwe dan, û ber bi pêşwaziya ji hizban ve hatin, û kiryarên dijîmirovî ên Komara Îslamî mehkûm kirin.