Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdpa: Di sê mehên Biharê de 410 haletên binpêkirina mafê mirov di deverên Kurdakincî yên Îranê de rû dan e

14:21 - 24 Hezîran 2014

Kurdistanemdia: Di sê mehên demsala Bihara 1392’an a Rojî de, li Kurdistana Îranê 410 haletên binpêkirina mafê mirov rû daye.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa di raporekî serhejmarî û tehlîlî de bilav kiriye, di 3 heyvên Bihara Îsal de 410 haletên binpêkirina mafê mirov li herêmên Kurdakincî yên Îranê qewimîne ku bi berhevdan ligel 230 halet Bihara 1392’an a Rojî, %78 zêde kiriye.
Li gor wê serhejmariyê di yekemîn demsala îsal de 110 haletên binçav kirin, 22 heletên mehkûm bi girtîgeh, 11 haletên kuştin û birîndarbûna kolberan, 12 haletên kuştin û birîndarbûna hemwelatiyên sivîl, 20 haletên kuştin û birîndarbûn bi sedema teqîna mayîn di Kurdistana Îranê de rû dane.

Çavkaniya han li pêwendî ligel girtiyan nivîsandiye: Di vê demsalê de 113 girtiyên siyasî û mezhebî dest bi gireva birçîbûnê girtine û 29 zîndanî jî bo cihên din hatine veguhastin.

Bang kirin û lêpirsîn ji aliyê îdareya ewlehî û herasta girtîgehan ve pişkek din ji tepesekirinên rejîma Îslamî a Îranê di Kurdistanê de bûye ku 56 haletên binpêkirinê di wan sê mehande de bi xwe ve girtiye.

Derketina çalakvanên siyasî di Îranê de bi naçarî, bêparkirin ji xwendinê, dûrxistina xwendekaran bo zanîngehên dûr, sitandina mafê hînbêjî a mamostayan, gef xwarin ji çalakên mafê mirov û girtina wan, givaşan navendên ewlehkar bo ser malbatên girtiyên siyasî, lêdan eşkence kirina girtiyên siyasî, pêrenegihîştina pizîşkan bi girtiyên siyasî û mirina hemwelatiyên sivîl bi sedema xemsariya kadr û pizîşkên nexweşxanan, pişkek din ji haletên binpêkirina mafê mirov li Kurdistna Îranê ku bi giştî 38 halet bûne ku qewimîne.

Li gor serhejmariya han, di koma giştî a 110 haletên destbiser kirinê de di sê heyvan de 98 helat ji aliyê navenda ewlehî û Îtilatê ve hatiye gorê û 12 helatên din jî eşkere nine ku ji aliyê kîjan navendê ve hatine girtin.