Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdpa li hevpeymaniya “Impact Iran” ê weke endam hat vergirtin

17:31 - 22 Hezîran 2022

Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa” yê, li roja Sêşemî 21`ê Hezîrana 2022`an, weke endam li hevpeymaniya “Impact Iran” ê de hate vergirtin

Hevpeymaniya “Impact Iran” bo nîşandana hewl û tekoşîna civaka medenî ya Îranê û hevkariya berfirehtir digel Mafê Mirov a Rêkxirava Neteweyên Yekgirtî, paralel digel karê hikûmetan bo bihêztirkirina piştevanîkirin ji mafê mirov li Îranê hatiye avakirin.

Ew hevpeymaniya nûneratiya 17 rêkxiravên nehikûmî dike da ku, bala aliyan li derheq mafê mirov li Îranê rabikêşe û bi sedema nîgeraniya navdewletî û navnetewî, rejîma Îranê neçar bike pirsa mafê mirov çareser bike.

Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa” yê ragihandiye ku, ji vê derfetê mifah verdigrin ku digel sîstema berfireh a mafê mirovî ya Neteweyên Yekgirtî kar bikin û vê derfetê bo lipey ketina zêdetir li ser pirsa mafê mirov di Kurdistanê de hewl bidin; Herwisa weke navendek a mafê mirovî bi rêya zanist û bersivderiya zêdetir kar bikin.