Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê Ehmed Şah Mesûd li dijî Talibanê tevgêra xwe ragihand

12:19 - 18 Tebax 2021

Piştî vê ku di çend rojên derbasbûyî de girûpa tundajoya Talibanê karî dest bi ser hemû Efxanistanê de bigre, Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd, xebata xwe ya hemû awayî li dijî Talibanê ragihand.

Roja Sêşemî 17`ê Tebaxa 2021`an, Ehmed Mesûd xwe wekî girûpa “Micahidên Partîzan” da nasandin û her wekî bavê xwe bo berxwedanî û şerê li dijî Taliban û kevneparêziyê, xwe avête “Geliyê Pênc Şêran” û xebata xwe bi awayê fermî ragihand.

Wî di hevpeyvînekê de ragihand ku îznê nade careke dinê welatê wî wegere bo kevneparêziyê û nahêle Taliban xelkê Efxanistanê bike êxsîrê destê xwe.

Ehmed Mesûd digel 2 leşker ji hêzên Artêşa Efxanistanê ku tê texmîn kirin pitir ji 40 hezar kes bin, û bi çek û cebilxanên giran xwe dane geliyê “Pênc Şêran”, û daxwaz ji xelkê kirin ku dest bidine destê hev li dijî Talibanê şer bikin û got: “Îro roja mêra ye û bila her kes dest bide çekê û amade be ku em bikarin welat rizgar bikin”.

Rewşa Efxanistanê gelek aloz e û tirajîdiya mirovî diqewime û xelkê Efxanistanê ji tirsê canê xwe ve bi her rêyekê ve be, dixwazin ji welat derkevin û xwe rizgar bikin.

Welatên Amerîka û Kanadayê ragihandine ku dê 50 hezar kes ji Efxaniyan weke penaber wergirin.