
Kurdistanmedia:Kureya Başûr yekem welat e ku piştî sepandina tehrîman bi yekcarî biryar daye ku petrol rejîma Îranê nekire.
Berdevkê Wezareta Petrola rejîma Îranê ragehand: Kureya Başûr yekem welat e ku her piştî sepandina tehrîmên yekalî ên Amerîkayê li dijî Îranê, bi yekcarî biryar daye ku petrolê ji Îranê nekire.
Kesra Nûrî berdevkê Wezareta Petrola rejîma Îranê di gotûbêja digel IRNA derheq vê ku balyozê Kureya Başûr di Tehranê de ragehandibû, hevkariyên şirketên nefta Kureya Başûr digel Îranê berdewam dike ragehand: Herçend ku em wekî derbazbûyî elaqedar in bi berfirehiya hevkariyan digel Kureya Başûr di hemû warên pîşesaziya petrolê de, lê mixabin Kureya Başûr kirîna nefta Îranê ragirtiye.
Wî got ku ew sê meh dibin Kureya Başûr nefta Îranê nekiriye. Hind, Kureya Başûr, û Japon sê welatên Asyayî ên kiryarê petrol rejîmê ne, û Kureya Başûr ku niha nefta rejîmê nakire, pêştir rojane bi awayekî navgîn nêzî 180 hezar bermîlên neftê dikirîn.