
Kurte çîroka “Berhema Felsefeya min” ya nivîskarê navûdeng yê Kurd, “Selah Gulendamî” li festîvala navneteweyî a “Oxford”ê de hat çap û belavkirin.
Sala derbasbûyî festîvala navneteweyî a “Oxford”ê bi beşdariya çîrok nivîsên piraniya welatên wekî “Amerîka, Kanada, Birîtaniya, Ostiraliya, Japon û çendîn” welatên din hat lidarxistin, û berhemê 20 çîroknivîsan di vê festîvalê de hatin hilbijardin û kurte çîroka “Berhema Felsefeya min” ya nivîskarê Kurd “Selah Gulendamî” jî yek ji wan berheman bû.
Roja 23`ê Nîsana 2022`an hevdem digel roja “William Shakespeare” rêz li “Selah Gulendamî” û tev ew kesên ku di wê festîvalê de hatibûne hilbijardin hat girtin.
Di salên derbasbûyî de, festîvala “Oxford”ê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û destpêkirina qerentîneyê nekarîbû çîrokên hilbijartî ên wan çend salan belav bike lewma, çîrokên wan çend salan li çarçoveya komek kurte çîrokan de hatin çap û belavkirin.
“Selah Gulendamî” xelkê bajarê “Mehabad”ê ye û heta niha zêdetir ji 10 pirtûkan çap û belav kiriye.