
Kurdistanmedia: 20 sal bi ser kuştarên zencîreyî re derbas bû, ku bi biryar û pîlandarêjiya berpirsên rêjîmê dehan kesayetiyê siyasî û diyar ên Îranê, bi awayên cuda-cuda hatne kuştin.
Nasir Zerefşan parêzerê perwenda kuştarên zincîreyî ragehand ku kuştina kesên siyasî û berçav ên 20 salî berî niha, bi biryara tewawiyeta rêjîma Îranê bûye, û kuştara siyasî ye, ne kiryarek e ku bi bê biryara cinah û aliyeke nava rêjîmê bibe.
Di van kuştaran da kesên weke Daryûş Firuher û hevjîna xwe Perwane Eskenderî ji Hizba Miletê Îran, Mihemed Moxtarî, Mihemed Ce`iefer Pûyende, Pîroz Dewanî, Mecîd Şerîf, Hemîd û Karwan Hacîzade û zaf kesayetiyê dine Îranî bi sinaryo û pîlanên cuda hatne kuştin.
Zerefşan parêzerê qurbaniyên kuştara zencîreyî got: Herçiqas rêjîmê bo xapandina raya giştî bo jêpirsîn ji wan kuştaran çend kesên emniyetî destbiser kirin, lê gelek zû hemî tiştek perdepoş kirin, eva jî nîşana vê yekê ye ku hemî rêjîm berpirsyarê kuştarên siyasî bûye, ne cinah û baskeke nava rêjîmê de. Her lewra ye ku encama jêpirsîn û perwendên kuştarên zincîreyî li payîza sala 1998`an çi caran ji aliyê rêjîmê ve eşkere nabe.