Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û reşekujiyê, nekariye hewara mafxwazên kurd bêdeng bike

20:22 - 8 Nîsan 2014

N: Dara Natiq

Dujminên gelê kurd bi dirêjahiya dîrokê û bi piraktîzekirina siyaseta asimîlasyonê û bi bernameyên curbicur hewla helandin û jinavbirina neteweya kurda daye, û hertim daxwazên rewa ên gelê kurd bi agir û reşekujiyê daye.

Piştî şoreşa gelên Îranê û hatine ser kar ya rejîma mirovkuj ya Îslamiya Îranê, di demekê de ku piraniya neteweyên Îranê û bixasmanî neteweya kurd, daxwazkarê pêkanîna sîstemek demokratîk û gelî bûn, û daxwaza mafê çarenivîs û rêvebirin û îdarekirina welat bi bê tu ferq û cudahiyeke îtnîkî û olî dikirin, heyf û mixabin rêberê wê demê yê rejîmê, bê vê ku guhdariya daxwazên rewa ên xelkê bike, biryara xezayê (cîhadê) li dijî xelkê mafxwazên kurd ragehand û carek din kuştareke bêrehmane li dijî neteweya kurd rê xistin, û bi hezaran kesî ji xelkê bê sûç gorî bûn, û sedan kesên azadîxwaz û têkoşerên neteweya me jî hatin bidarvekirin û komkujî û reşekujiyê sertaserê kurdistanê dagirt, û şereke malxirabker bi ser kurdistanê de hat sepandin, û bajar û bixasmanî gund xirab kirin û bêhurmetî bi mizgeftan kirin, Quran şewitandin û rehim bi jin û zarokên sawa jî nekirin.

Siyaseta komara Îslamî bi merema tepeserkirin û jinavbirina bizava neteweya kurd li kurdistana Îranê û hewlên wê bizavê bo cihgirkirina sîstemek demokratîk û destveanîna mafê çarenivîsê, ji aliyê komara Îslamî ve kete ber lehiya jinavbirin û reşekujiyê.

Piştî serketina şoreşa gelên Îranê û bi talanbirina destkevtên şoreşê ji aliyê komek melayên derefetxwaz û dijî azadî, kurdistan kete rewşek xirab û rewş û hewayeke pirr metirsîdar de.

Rêjîmê êrîşek berfireh li bajar û gundên kurdistanê dest pê kir, û beşek berbiçav ji gundên kurdistanê xirab bûn.

Bixasmanî êrîş bo ser gundê Qelatana Nexede ku li 6’ê xakelêweya 1359 ‘an (Adara 1980) ku tevî wêrankirinê ,50 kes jî ji xelkê wî gundî şehîd kirin.

Herwisa li roja 7’ê xakelêwe di heman salê de, êrîş kirne ser gundê Çeqel Mistefa li bajarê Nexedê, û 21 kes ji xelkê wî gundî şehîd kirin, û gundê wan jî bi tewahî ji nav birin.

Xirabkirin û kuştina xelkê gundê Gêçê û Pîrancix li herêma Somabiradost li bajarê Urmiyê li 3-4’ê xakelêweya sala 1362 (Adara 1983) ku 33 kes ji xelkê wan du gundan kuştin. Kuştina zêdatir ji 50 hezar kes ji xelkê bê sûç li kurdistanê û xirabkirina dehan gund di kurdistanê de berhema siyasetên şerxwazane û asemîlasyona rêjîmê bû ku vedizanî bi xirabkirin û reşekujiya xelkê kurdistanê, tevgera azadîxwaziya neteweya kurd jinav diçe.

Lê siyaseta çepel û dijî mirovahiyê ya rêjîmê ne tenê nekariye îradeya mafxwazên xelkê kurdistanê lawaz bike û jinav bibe, belkû kurdistan îro bûye qada xebat û berberekaniya dijî siyasetên rejîmê û gelê mafxwaz ê kurd, û herweke berê bi îradeyekê bihêztir,li hemberî bidestveanîna mafên rewa ên xwe de xebatê dikin.