
Pêka nûçeyên hatinî belavkirin, di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê li ser binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst li “Dêrezor”a Sûriyê de 16 çekdarên ser bi Spaha Pasdaran a reorîst hatine kuştin.
Nûçegihaniya “Sana” a ser bi Sûriyê, sersibêdeha roja Çarşemî daye zanîn ku balafirên Îsraîlê hin dever li “Dêrezor û Elbûkemal” li rojhilata Sûriyê û nêzî Îraqê de kirine bi armancên xwe.
Di vê derheqê de, Çavdêriya Mafêm Mirov a Sûriyê gotiye, di wê êrîşê de 16 çekdar hatine kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê daye zanîn, balafirên şer ên Îsraîlê di 18 êrîşên esmanî de du binke li bajarê “Dêrezor” û hin binkeyên din li “Elbûkemal”ê de kirine bi armancên xwe.
Pêka wê raporê jî, 5 serbazên rejîma Sûriyê û 11 çekdar ji hêzên Spaha Pasdaran, Hizbullaha terorîst a Îraqê û Tîpa Fatimiyûn a terorîst a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst hatine kuştin.
Heta niha jî Îsraîlê derheq wê êrîşê çi bertekek nîşan nedaye.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve li sala 2011`an hata niha Îsraîlê sedan car hêzên rejîma Îranê di nav axa Sûriyê de kiriye bi armanca xwe, û Îsraîl hebûna hêzên Spaha Pasdaran a terorîst di Îraq û Sûriyê de metirsiyek li ser axa Îsraîlê û deverê dizane.