Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina “Fexrîzade” şik û guman xistiye nav hêzên Îtila`atê

11:57 - 2 Kanûna pêşîn 2020

Rejîma Îranê piştî kuştina “Muhsin Fexrîzade” rastî şik û gumanê ji kesên ku di nav saziyên ewlehî de hatiye û di vê derheqê de Elî Xamineyî ferman daye ku palavtinek di navendên ewlehiyê de bê kirin.

Pêka nûşegihaniyeke Îsraîlê, roja Duşemî 30 Çirriya Paşîn, rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyê ferman daye ku palavtinek di nav hêzên Îtila`ata rejîmê de bê kirin; Piştî kuştina “Muhsin Fexrîzade” ku bi awayekî nerohn hatiye kuştinê, şik û guman ketiye nav hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, lewma her berpirsekî payebilind heta Xamineyî jî tirsiyane ku renge bêne kuştin.

Kuştina “Fexrîzade” ku bi çendîn awayên cuda ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatiye ragihandin, nîşan dide ku rejîma Îranê hewlekî micid li ser perdepoşkirina rastiyên wê kuştinê dide, lê bi tenê ew kuştineke asayî nebû belkî derbeyekî giran bi saziya ewlehî li rejîma Îranê bû.

Karlêkerî û bandora kuştina wî bisporê Îranê bi qasekî ye ku tevî tirs xistin di nav hêzên ewlehiyê û afirandina şik û gumanên kûr, tirs xiste dilê berpirsên rejîmê jî.

Pêka çavkaniyên Îsraîlê, “palavtina endamên ewlehî yên rejîma Îranê bi awayên cuda dê dest pêbike”. Yek ji awayên palavtinê, berevirda darayiya berpirs û endamên ewlehiyê ye ku tev dizî û gendeliya darayî ya Îranê ji aliyê wan ve tê kirin û heta qasa emegnasî û girêdana wan bi rejîma Xamineyê re bê îsbatkirin.