Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina helbestvanekî, bû hegera xwenîşandanê

10:40 - 11 Çirriya paşîn 2019

Kurdistasnmedia: Kuştina Helbestvanekî Ereb ê Ehwazê ji aliyê Spaha terorîst ve, nerizayetiya gelê Ereb lê kevt.

Roja 10`ê Çirrya pêşîn, Hesen Heyderî Ciwanê Helbestvan yê Erebê Ehwazê, ku berê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibû destbiserkirin, bi awayekî cihê şikê di nexweşxanê de cane xwe ji dest da.  

Hesen Heyderî çendîn caran bi hegera helbestên xwe yên hemasî û netewî û dijî kevneparestiyê hetibû destbiserkirin û îşkence kirin.

Di Roja derbas bûyî de, xelkê Erebê Ehwazê bona nerizayetî nîşandana li hember kuştina wî ciwanê Ereb, rijiyane ser kolanan û xwenîşandan kirin.

Hêzên tepesekar ê rejîmê jî, bi mebesta belavkirina kombûna xelkê, êrîşê ser wan dikin, her lewma şer û pevçûneke berfireh di navbera xelkê û hêzên rejîmê de heye û car bi care zêdetir dibe.

Xelkê Erebê Ehwazê banga hemû xelkê Îranê dikin ku, çiyê din di hember cinayetên rejîmê de bê deng nebin.

Xwenîşandan berdewame û tirsa rejîmê eve ku xwenîşandan berfireh bin û bigîje bajarên dine jî.