Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina kolberan ji aliyê hêzên rejîmê ve berdewam e

10:24 - 30 Çirriya paşîn 2020

Dîsan roja Yekşemî 9ê Sermawezê kolberekî Kurd yê bi navê “Ayhan Xudayî” yê 22 sal û kurê Cemal, xelkê gundê “Koran” yê ser bi devera somaûbirdust a girêdayê bajarê Urmiyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî hate birîndarkirin.

Bi sedema gullyên hêzên rejîmê serê wî birîndar bûye û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e.

Ew kolberê Kurd bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên hêzên dagîrker hatiye.

“Ayhan Xudayî” kolber Kurd bo çareseriya pizîşkî bo nexwşxaneya Azerbaycan ya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û niha li jêr çavedêriya pizîşkî de ye.

Ayhan Xudayî xêzandar e û bavê du zaroka ye.

Hejarî, nebûna derfeta kar, giranî û eflasyon û sedan mînakên din wisa kiriye ku xelkê Kurdistanê rû li karê kolberiyê bikin û hêzên rejîmê jî wan dike armancê gulleyên xwe.