Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina xelkê bêtawan ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam e

13:46 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Cinayetên rejîma Îranê derheq ciwanên Îranê, bûyerekî bê dawî û hertimî ye.

Roja Dûşemî, 6ê Tîrmehê, demjimêr 20:30, nûgihaneke 17 salî xelkê “Umîdiye” a bajarê “Ehwaz”ê, bi navê “Umîd Eydanî” kurê “Ebid”, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ve hate kuştinê.

Pêka wan vîdeoyên belavbûyî, ew Lawê Xûzistanî li ser banê malê rastî gulle reşandina hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hatiye û gulle bi serê wî ketiye ku di encamê de, wî canê xwe ji dest daye.

Girîng nebûna canê mirovan bo rejîma Îranê û herwisa kuştina xelkê bêsûç, ji aliyê hêzên hov yên rejîma Îranê her roj di Îranê de diqewimin.

Kuştina kolberan, îdamkirina xelkê bê sûç û Lawan û Zarokan ku temenê wan di bin 18 saliyê dene û gulle reşandin li ser xelkê di her cihekê ku, hêzên hov ên rejîma Îranê pê xweşbin, li seranserê Îranê de tê kirin.

Kuştina xelkê bê sûç û bê berewan yê Îranê ji aliyê hêzên xwînmije rejîma Îranê ve, bo wan wekî lîstokeke pir ji hez û keyfe û rijandina xwîna xelkê Îranê bo xwe xizmet bi wilayeta feqîh dizanin.