
Xelkê dilsoz û nîştimanperwer ên Rojhilatê Kurdistanê bi awayê kempên alîkariya xelkê zirarberketî yên devera Kutol kirin.
Li şehreka Îslamava a girêdayê bajarê Urmiyê, xelkê tekoşer û nîştimanperwer bi awayên cuda ji rêya kempênên medenî ve alîkariya birayên xwe yên zirarberketî yên devera Kutol kirin.
Li gelek gund û deverên bajarê Urmiyê, bi awayên cuda xelkê dilsoz alîkarî bo birayên xwe yên zirarberketî yên devera kutol kom kirin.
Li şehreka Welîesr a bajarê Urmiyê jî, alîkarî kom kirin.
Herwisa li gundê Cilxeran a ser bi devera Somaûbardost ku bi komkirina alîkarî hawara Kutol ve çûn.
Welatiyên Nûşînşehrê jî birayên xwe ên kutolê bi tenê nehêlan û alîkarî kom kirin û hawara wan de çûn.
Li gundê heftiwan a bajarê Selmasê jî bi awayên cuda alîkariya birayên xwe yên zirarberketî kirin.
Welatiyên gundê Mafîkend a ser bi Selmasê jî mijûlê komkirina alîkariya bûn û birayên xwe bi tenê nehêlane.
Li gundê Melhem a ser bi Selmasê jî herwisa bi komkirina alîkariyan hawara welatiyên zirarberketî ve çûn.
Xelkê zirarberketî yên devera Kutol ku bi sedema erdhejê rastî xisaran hatibûn, daxwaza alîkariyê ji tev xelkê Kurdistan kiribûn.
Gelê me ti çavnihêriyek ji rejîma Îranê nîne ku alîkariya wan bikin.
Welatiyên dilsoz ên Serpêl û Zehav a Kirmaşanê jî bi weşana nameyekî dabûne zanîn ku, em mijûlê komkirina alîkariyê ne bo birayên xwe yên zirarberketî yên devera Kutol.
Bi wî awayaî xelkê nîştimanperwer û tekoşer ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandine: “Welatiyên nîştimanperwer, hûn hekî alîkariyê komê ser hev dikin, tikaye ji rêya xelkê sivîl ve kom bikin û bişînin, wan alîkariyan bi navendê hawarçûn yên rejîmê nedin, çimkî wan alîkariyan nagihijîne xelkê zirarberketî yên devera Kutol û ji bo girûpên terorîst li derveyê welat dişîne.