Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kutolê hewcehî bi alîkariyê heye

16:50 - 26 Şibat 2020

Piştî rabûna erdheja 5.9 rîxterî li bajarê Xoyê û devera Kutol, xelkê wê deverê daxwaza alîkariyê ji tev xelkê Kurdistanê kiribûn.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî xelkê Kutolê bi tenê nehêlan û bi hemû awayekî ji rêya xelkê sivîl û kempênan ve alîkarî kom kirin û bi hawar birayên xwe yên zirarberketî ve çûn.

Li bajarê Urmiyê li gelek gund, dever û bajarokên wekî: “Gireciho, Îslamava, kuştargah, gundê Cohnî, Cilxeran, Memekan û şehreka Welîesir û bajarokê Nûşînşehir û…hwd” bi komkirinas alîkariyan hawara xelkê zirarberketî yên devera Kutol ve çûn.

Li gund, dever û şehrekên bajarê Selmasê yên wekî: “Gundê Melhem, şehreka Senetî, gundê Heftiwan û Mafîkend û…hwd”, bi ragihandina kempênan û komkirina alîkariyan bi hawara welatiyên zirarberketî yên devera Kutol ve çûn.

Herwisa welatiyên bajarê Neqedê jî, bi kempêna li jêr navê “Welat çavnihêrê meye, ji tengasiyê der bînin”, bi komkirina alîkariyan, hawara xelkê zirarberketî yên devera Kutol ve çûn.

Pêngava komkirina alîkariyê jibo berketiyên erdhezê yên Kutol li Rojhilatê Kurdistan despêkir û xelkê parêzgeha Urmiyê bi hemû awayekî alîkariyê didine zirarberketiyên devera Kutol.

Hewceye ku xelkê dilsoz û nîştimanperwer yên Rojhilatê Kurdistanê ji hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan ji Îlam heya Xoy û Makûyê alîkariyê jibo xelkê zirarberketî yên devera Kutol kom bikin.

Rejîma diz û direwîn a Îranê tenê jibo wênegirtin û piropagendekirinê li pêş kamêrayan, serdana wê deverê dike û heya niha ti alîkariyek nedaye xelkê wê deverê.

Berevajiya vê ku alîkariyê bike û di hawara wan de here, girûpên bi nav hawarçûn ên rejîma Îranê ew kelûpelên ku birayar bû bo deverên berketiyên erdhejê bibe, li gundeke nêzî Tirkiyê firotine.