
Nexweşiya “Kwarka Reş” anku “Qarç Siyah” ku di Îranê de peyda bûye, li bajaraê Çayparê li parêzgeha Urmiyê bû sedema canjidestdana welatiyekê.
Di wan çend rojên derbasbûyî de li bajarê Çayparê li parêzgeha Urmiyê, welatiyekî xelkê wî bajarî bi sedema tûşbûn bi “Kwarka Reş” canê xwe ji dest daye û ew nûçeye di halekê de ye ku kesekî xelkê bajarê Selmasê bi sedema tûşbûn bi “Kwarka Reş” canê xwe ji dest dabû lê berpirsên rejîmê wê yekê diweşêrin.
Nexweşiya “Kwarka Reş” a bi navê zanistî yê “Black Fungus” nexweşiyeke metirsîdar e ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê bi rêjeyeke zêde belav bûye.
Berpirsên rejîma Îranê derziya taybet bi wê nexweşiyê ya bi navê “Amphotericin B” bo xelkê dabîn nakin lê di bazara reş de ev dermane zêdetir ji 4 milyon Tumenî tê firotin ku berê nirxa wê ya herî bilind di bazara reş de jî 300 hezar Tumen bû lê niha di dermanxaneyan de dest nakeve.