Piştî vê ku rejîma Îranê ji birêveçûna cejna Newrozê li Kurdistanê de şikest xwar, niha wê rejîme lat û çeqokêşan berdane canê xelkê Kurdistanê û êrîş dikine ser xekê.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, lat û çeqokêşn rejîmê li seyrangeha “Kêve Reş” li bajarê Bokanê êrîş dikine ser welatiyan û bi qeme û kêran 4 ciwanên wî bajarî birîndar kirine.
Tevî vê ku rejîmê di hember wan kiriyarane de ti bertekek nîşan nedaye, belkî di dema rêûresmên Newrozê de sedan caş û pasdar li çiyayê “Terex” û “Kêve Reş” de danîbûn da ku pêşiya xelkê bigirin.
Rejîm her car bi şêwazên cur bi cur hewil dide ku lawên Kurd ji nav bibe û ji rêyên wekî belavkirina madeyên hişber û lêdan û birîndarkirina wan bi destê lat û çeqokêşan pilanên xwe encam dide.
Yekgirtî û yekrêziya xelkê Kurdistanê di dema birêveçûna cejina netewî ya Newrozê li hemû bajarên Kurdistanê de û parastina nasnameya netewî, bûye sedema vê yekê ku rejîm êrîş bike ser xelkê Kurdistanê.