Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Layhe”ya bûdceya rejîma Îranê bo meclîsa rejîmê hate şandin

11:09 - 3 Kanûna pêşîn 2020

Bûdceya sala 1400 ya rejîma Îranê bi kêmasî û pirsgirêkên zêde ve bo meclîsa rejîmê hatiye şandin ku bi awayekî berçav bûdeceya hejmarek ji sazî û damezraveyan bi yekcarî zêde kirine ku dê rastî enflasiyoneke herî micid bibe.

Roja Çarşemî 2ê Kanûna Pêşîn, “layheÛya bûdceya rejîma Îranê ji aliyê Hesen Rûhanî ve bo meclisa rejîmê hate şandin ku tevî berçavnegirtina rastiyên dahatê, bûdceya çendîn sazî û damezraveyan bi yekcarî zêde kirine ku ew bûdce bi hisabkirina firotina rojane 2.3 milyon bermîl bi nirxa her bermîlek bi 40 dolaran hatiye danîn.

Tevî zêdekirina %73 ya bûdceya Îranê, li ser dahata firotina neftê jî zêdetir 5.5 beranberî hatiye hisab kirin; Di rewşa niha de rejîma Îranê nikare wî nirxî û bi wî qasî neftê bifroşe û di rengehiya firotinê de jî ti îmkana vergirtina wî pereyî bi sedema dorpêçan tinîne; Bi wê pêkê rejîma Îranê dê rastî kêmanîneke herî micid ya bûdceyê bibe û enfilasyoneke bêmînak dê stuyê aboriya Îranê bigre.

Bûdceya xercên rojane yê dewletî pêka sala derbasbûyî, %73 zêde kirine, herwisa bûdceyên “deng û reng” %35 (bi qasî bûdceya 20 parêzgehan), bûdceya avedaniyê %33, Bûdceya Spaha Pasdaran a terorîst %58, bûdceya  Arteşa rejîmê %53, bûdceya damezraveya lêkolîn û afirankariyan ku berê “Muhsin Fexrîzade” berpisê wê bû bi qasî %500 (5 Beranber) û bûdceya Wezareta Berevanî bi qasî %75, pêka sala derbasbûyî zêde bûne.

“Layhe”ya bûdceya rejîma Îranê bi awayekî wehmî hatiye darêtin ku dahatên berçavgirtî dûr ji rastiyan in.