Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêdan û kutana jinek “Belûç” bi destê hêzên rejîma Îranê

16:10 - 22 Îlon 2021

Hêzên rejîma Îranê êrîş kirine ser mala jinek “Belûç” ku mala wê biherifînin, tevî xirab kirina mala wê ew jin rastî bêrêzî û lêdan û katanê jî hat.

Hêzên rejîma Îranê bi awayekê dirindane êrîş kirine ser mala jinek “Belûç” li bajarê “Zahidan”ê û bi hêceta neyasayîbûna vakirina xaniyên wan, mala wê herifandin û di wê demê de ku ew jin dixwast rêgirî  ji hêzên rejîma Îranê bike ji aliyê hêzên rejîmê ve bi awayekî dirindane rastî bêrêzî û lêdan û kutanê hat.

Piştî lêdan û bêrêzî kirin bi wê jina “Belûç” û herifandina mala wê rewşa tenduristiya wê xirab bibû û dikevtibû xwarê ,lê hêzên rejîmê rê nedabûn ku ti kes nêzî wê jinê bibe û gotine: “Eger bimre em dê perê xwîna wê bidin”.

Eva yekemîn car nîne ku hêzên rejîma Îranê êrîşî li ser mal û awahiyên xelkê bi taybet netewên bêparkirî yên wekî Kurd û Belûç dikin û bi hêcetên cuda malên wan xirab dikin û her ev kiriyar heyamek berî niha li bajarê “kirmaşan”ê hate qewimîn û hêzên rejîma Îranê mala jinekê bi navê “Asiye” xirab kirin û tevî bê rêzî û bê hurmetîkirinê,  bûne sedema canjidestdana wê jina pêpenah.