Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêdana Sêromê canê 2 kesan jê sitand

10:46 - 7 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Can ji dest dana 2 kesan bi sedema lêdana Sêromê li bajarê Zahidanê de.

Li gorî nûça gihîştî bi “Kurdistanmedia”yê, Zarûke 7 salî û ciwanekî 27 salî bi hegera nexweşiya “Sir lêdan”ê di meteba pizişkekî bê mohlet`name de bi sedema lêdana Sêrom canê xwe ji dest dane.

Dadsitanê Sîstan û Belûçistanê di vê derheqê de got: meteba wî pizişkî ku mohletname tunîne hatiye daxistinê û ew pizişkê temen 60 salî bi tometa lêdana Sêromê ku bûye hegera mirina wan 2 kesan di bajarê Zahidanê de hatiye desteserkirin.

Mirna bi hegera şaşiyên Pizişkî li Îranê de roj bi rojê zêde dibe, ku ev jî wedigere bo ser derman û derziyên qelp û bedel, xemsariya pizişkan, hebûna sedan pizişkên bê mohlet.

Li herêm û Bajarên Netewên blindest de ev cure mirnane zêdetirin û gelek bûyerê cihê gumanê jî têne dîtin ku hekî jêvekolîn jê tête kirin, xuya dibe ku rejîm bi avayekî emdî dest li wan bûyeran de heye.

Mînaka herî dawî tûş bûna sedan kesan bi nexweşiya Îdzê li Gundê Çinar Mehmûd li Bajarê Lordganê bû, ku berpirs û Îdara Bêhdaşta rejîmê hebxwe dest têde hebûn.