Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêgerîna raya giştî a hemwelatiyan li Kirmanşanê ji aliyê hêzên rejîm

21:44 - 8 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hêzên bi kincên şexsî û ewlehî yên rejîm bo konterola rewşa giştî a bajarê Kirmanşanê, serbarê lêgerîna raya giştî a hemwelatiyan, dest dane bi geryanê di asta bajar de.

Li gor rapora Kurdistanmedia, paş birêveçûna konserta Şehram Nazirî hunermendê naskirî yê Kurd li zêda ji dayîkbûna xwe bajarê Kirmanşanê û dengdana wê nûçê li medyayên rejîm bi awayeke nigatîv, hêzên rejîm li asta bajarê Kirmanşanê manorê lêdidin û ji rêya hêzên bi kincên şexsî mijûlê lêgerîna raya hemwelatiyan in di asta bajar de.

Li gor wê raportê, niha li bajarê Kirmanşanê û derdora wî û bi giştî li Kurdistanê, xwendina sê stranên folkilorî yê Kurdî li konserta Şehram Nazirî û kiryara nigatîv a medyayên rejîm û di hember de, hêrsbûna çalakvanan û hemwelatiyên Kurd bi wê kiryarê, bûye rojev.

Piştre hêzên ewlehî û kincên şexsî yên rejîm bi anîna gorê a wê meselê li kor û civînên giştî yên bajarê Kirmanşanê, di hewla konterolakirina rewşa bajarê Kirmanşanê deye.