Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehî gefa li can û malê xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dixwe

12:03 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Barîna baran di sê rojên derbasbûyî de, bûye sedema lehiyên bilind û bûne gef, li ser can û malên xelkê parêzgeha Sîstan û Beûçistanê.

Pêka nûçeyên belavbûyî, bi sedema baraneke bigur di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, di astekê de ye ku piştî 3 rojan lehî bi qasekî zêde bûye ku xelkên wî parêzgehê rastî gefên giran hatine, canê xelkê di piraniya bajarên wekî: Dilgan, Nîkşehir, Xaş, Konarek û çend bajarên din yên parêzgeha Sîstan û Beûçistanê rastî trajêdiyekî mirovî kiriye.

Kêmbûn an tinebûna xwarin û vexwarinê, bûye gef li ser canê xelkê, piraniya berhemên werzigarî yê wekî, baxên Moz û berhemên din ji nav çûne.

Di hindek cihan de hewceye ku bi rêka esmanî alîkarî bo wan bêne şandin ku rêkên hişkaniyê bi sedema lehiyan zirar dîtine û di hindek cihan de jî, jinav çûne, lê heya niha alîkariyekî wiha ji aliyê rejîmê ve bo wan nehatiye şandinê û sozên berpirsan jî, her di qonaxa gotin de mane.

Piştî 3 rojan, ti alîkariyekî hewce bo wan kesan nehatiye kirinê û di hinek cihan de, wekî gundê “Deştyarî” a girêdayê Çahbiharê, xelk rastî tirajêdiyekî mirovî hatine.

Ji piraniya cihên ku lehî tê de hatiye, agehdariyekî serast di berdest de tinîne, hekî bi lezgînî alikariyên hewce bo wan kesan neyên şandin, dê ew rastî tirajêdiyekî mirovî bibin û berpirsên rejîmê jî giringiyekî wiha bi wan xelkan nadin.