Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehî û erdhejê xisarek zêde gihandiye xelkê Rojhilatê Kurdistanê

13:11 - 8 Gulan 2021

Lehî, teyrok û erdhej sê bûyerên surûştî ku li rojên derbasbûyî li Rojhilatê Kurdstanê qewimîn û zirar û ziyanên mezin gihande berhem, çandinî û mal û dukanên xelkê Kurdistanê.

Roja Înê lehiyek bi hêz li parêzgeha Urmiyê û li bajarên wekî “Şino, Pîranşar, Çaypare, Xoy, Çaldiran, Puldeşt” û zêdetir ji 13 gundên derdorê wê parêzgehê hat û ziyan û zirar gihande xelkê wan bajaran û bi sedema xirabbûn û girtina averoyên nava bajaran, av çûye nava dukanên welatiyan û bûye sedema xisarên zêde.

Tevî barîna baranek zêde li parêzgehên Kurdstanê teyrok û sirê jî xisarek bi qasî %80 gihande rez û bax û berhemên kiştûkalî yên welatiyan.

Pêka gotina Serokê Navenda Werzêrî yê Parêzgeha Urmiyê, ji despêka sala 1400an ve zêdetir ji 2400 miliyard Riyal ziyan gihîştiye berhemên kiştûkalî û herwisa 690 hiktar zeviyên çandinî û 3720 hiktar bax û dar û 570 sindoqên mêşên hingivîn û herwisa zêdetir ji 100 ser terş bi sedema teyrok û sirê rastî xisaran hatine.

Herwisa şeva derbasbûyî jî erdhejek 4.4 rîxterî parêzgeha Sineyê hejand ku navenda wê bajarê “Şuwêşe” bû û ew erdhej bûye sedem ku xisar bi malên welatiyan bigihe û bi taybet li gundê “Mazîbin û Paygilan” malên wêlatiyan rastî wêraniyan hatine û ew erdhej ti xisarek canî nebûye.