Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê 100 hezar zarok ji mafê ders xwendinê bê par kir

17:46 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rabûna lehiyê di bajarên Kurdistan û Îranê de bûye sedem da ku 100 hezar zarok li mafê xwedinê bê par bin.

Saziya “UNICEF”ê  di rapora xwe ya roja Înê 30`ê Xakelêweyê de daye xuyakirin ku, di sedema rabûna lehiyê di hin bajarên Kurdistan û Îranê de, 100 hezar zarok ji mafê xwedin û hezaraha zarok ji hewecehiyên tendrustiyê bê par man.

Vê saziyê di rapora xwe de, îşare bi zirarên bê qerebû yên bi sedema rabûna lehiyê di heyamên derbaz bûyî de, kiriye ku, bo alîkarîgihandina bo zarokan di van deverên zirar berketî de zêdey 9 milyon Dolar Boce hewceye. 

Li gorî vê raporê lehiyê di 3.4 parêzgehên Îranê de, li ser rewşa jiyana 10 milyon kesî bandor hebûye û ji vê hejmarê 2 milyon kes jî bi tundî derbe dîtine û 500 hezar kesên din jî bê mal û hal bûne ku nîva van zarok in.

Roja derbazbûy vê saziyê ragehand ku, yekem alîkariyên vê saziyê bo zarokên lehîlêday yên Îranê gihîştiye Îranê.

Di heyama 3 hefteyên destpêka Xakelêweya îsal de, rabûna lehiyê di parêzgehên bakûr,rojava û başûrê Îranê de, aliyê kêm 75 kuştî lipey xwe hebûye û hezaraha milyard Tûmenî jî xesarên malî bi cih hêlaye.

Piştî rabûna lehiya bihêz di hindek parêzgehên Kurdistan û Îranê de, bi taybet li parêzgeha Luristanê, ku xesarên malî yên bêsînor li xelkê ketiye, heya niha zêdey xelkê zirarberketî yên li Kurdistan û Îranê, heya hewcehiyên destpêkî  yên jiyanê jî  ji van re nehatine dabîn kirin û di dijwartirîn rewşê de jiyana xwe derbaz dikin.

Eva di demekê deye ku, karbidestê rejîma Îranê bilî ku hewla çareserkirina arîşeyan nadin, û bi hawara xelkê de naçin, pêşî ji alîkariyên xelkê jî digirin û gefan ji van dixwen.

 Her di vê pêwendiyê de jî, welatên wekî Azerbacan Almaniya û Kwaite, derheq biserşûnbûna alîkariyên mirovî yên ku bo xelkê Îranê şandibûn nerazşbûna xwe nîşan dane û gotine dibe bê zelalkirina ku ev alîakriyan kuderî ne.