Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê 200 milyar tûmen xisar gihandiye parêzgeha Luristanê

11:27 - 15 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema lehiya îsal di parêzgeha Luristanê de nêzî 200 milyar tûmen xisar giha bi wî parêzgehê.

Fermandarê bajarê Elîgoderz a parêzgeha Luristanê Elîriza Keşkolî gotibû, di îsal de, lehiyê 200 milyard tûmen zirar bi pişka çandinkariya wî bajarî daye.

Navbirî got: “150 hezar hiktar erdên çandinkariyê di wî bajarî de hene ku %70 a wan erdan, erdên dêmî ne û 70 hezar hiktar genim di wî bajarî de hatiye çandin”.

Navbirî tevî îşarekirin bi zirara 200 miylard tûmenî bi çandiniya bajarê Elîgoderzê got, heya niha ti pereyek wekî xisaret bi wan verzêran nehatiye danê.

Nebûna ti sîstemekî bo birêvebirina kirîzên sirûştî di Îranê de xelik ji du aliyan de rastî pirsgirêkan dike, ya yekê ewe ku rastî zirarekî canî û aboriya zêde dibin û ya duyem jî bêhivî dimînin ku bi xwe xisarekî giran li ser hundirê mirovan de heye.