
Bi sedema barîna zêde ya baranê û rabûna lehiyê, zêdetir ji 600 milyon Tumen xisar ji reşmalên parêzgeha Îlamê kevtiye.
Birêverê Karûbarên Reşmalan ê parêzgeha Îlamê, “Ferşad Yasemî” gotiye: “Bi sedema rabûna lehiyan xisarek zêde ji piraniya rêyên hatinûçûn û alavên xelkê deverê kevtiye”.
Herwisa navbirî gotiye: “Bi sedema barîna tund a baranên Biharê, 300 kîlometir ji rêyên hatinûçûna reşmalan li parêzgeha Îlamê xisar pê kevtine.
Bi sedema rabûna lehiyên bihêz û zêdebûna ava çeman, xisarek zêde ji alavên reşmalên ku nişteciyên nêzî çemanin kevtiye.
Reşmalên xisar pêkevtî bi piranî rûniştiyên bajarên “Sîrwan, Çiwar, Eywan û Direşar”ê ne.
Herwisa di rabûna wan lehiyan de, çendîn heb ajelên wan reşmalan jî ji nav çûne.