Piştî barîna baran û teyrokekî tund di 2 rojên derbasbûyî de, bi hegera rabûna lehiyê, li bajarê Serdeştê gelek xisar bi dû xwe ve bi cî hêla.
Di çend rojên derbasbûyî de, pêleke baran barînê, piraniya Îranê girt û hinek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê jî bi taybet li parêzgehên Sine û Kirmaşan û Urmiyê girtibûn.
Herçiqas rabûna lehiyê xisar gihandiye piraniya herêman, lê texmîna xisarên ku ji xelk û bajarê Serdeştê ketî, hatiye diyarî kirin.
Pêka beravirdan, lehiyê 6 milyard xisar gihandiye Serdeştê, û heya niha jî vekolîn li ser xisarê tête kirin.
Hasil, çandinî, rez û baxên ku taze çilo didan û gul dipişkivandin, bi hegera teyrokê, piranî ji nav çûn.
Rêke, pire, û gelek avahiyên derdorên bajarê Serdeştê û hem jî di dehan gundan de xirab bûn.
Pêka beravirda hatî kirin, lehiyê gelek avahî û mal herifandine, gelek mal tijî bûye ji ava lehiyê û herî û hemû hewcehiyên jiyan xelkê ji nav çûye.
Lehiyê gelek terş û pez û ajelên xelkê li herêmên ser bi bajarê Serdeştê telifandine.
Di nava bajarê Serdeşê de jî, lehiyê gelek xisar gihande avahî, dukanan û çendîn şeqam û avero û xaniyên kevin, xirab kirine.