Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê rewşa berketiyên erdhejê aloztir kiriye

12:19 - 28 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Tevî derbasbûna 23 mehan ji ser erdheja bajarê “Serpil a Zehav” ve, û derbasbûna 7 meha ji ser lehiya malwêrankere ya “Xurem Ava”ê ve, rewşa xelkên zirarberketiyan aloz bûye û barînên îsal jî zirar bi wan gihandiye.

Wêne û vîdiyo yên ku rojên derbasbûyî di torên civakî de hatine belavkirin, dide xuyakirin ku piştî derbasbûna 23 mehan ji ser erdheja bajarê “Serpil a Zehav” ve, tevî ku xelk hêj di nav Kanêks û xîvetan de dijîn, baranên îsal jî bûye gefek micid li ser jiyana xelkê wî bajarî.

Bi sedem zêdebûna barîna baranên payîza îsal, ava baranê di nav Kanêksan de kom bûye û piraniya tiştên wan xelkan, ser avê ketine û ew jî, jiyana wan dijwartir kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, xelkê bajarê “Xurem Ava” ku bi sedema lehiya dev bihara sala 1398`an, zirarekî zaf berketibûn, bi sedema baranên demsala payîzê ve jî, rastî pirsgirêkan hatine.

Di bajarê “Xurem Ava”ê de, hişdariya çolkirina 160 malan li dewera “Gurgane” hatiye danê, herwisa lehiya çend rojên derbasbûyî bûye sedema hirifîna pira  di navbera 800 malbatên “Poldoxter”ê de ku li bihara sala 1398`an bi hegera lehiyê hirifîbû û ji aliyê rejîmê ve hatibû nûjen kirin, lê di rastî de ewe ku bi hegera nebûna xîmê serast û zanistî, bi sedema barîna baranê yaw ê dawiyê dîsan hete hirifînê.

Soz û qewlên derev yên berpirsên rejîma Îranê di wan 2 salan de, li hember rewşa xirab yên zirarberketiyên erdhej ên Serpil a Zehav, rewşa jiyana xelkê dijvartir kiriye û bi wê pêkê, hekî baranek bi gur dîsan îsal dest pêbike, tê çavnihêrîkirin ku zirar berketiyên erdhejê û lehî yên Îran û Kurdistanê, rojên dijvartir derbas bikin û karesatên berfirehtir bi serê wan de bê.