Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê rêyên di navbera zozaniyan û bajarê Puldoxterê de, herifandin

11:07 - 29 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Ji ber baranan lehiyê  cadeyên pêwendiyên di navbera bajarê Puldoxter û zozaniyan de bi tewahî ji nav birine.

   “Nê`metulah Destyar” Fermandarê  bajarê Puldoxterê  şeva Pêncşemî  29`ê Çiriya Paşîn ragehandin ku ji ber barana zêde, lehiyê  cadeyên pêwendiyêndi navbera zozaniyan û bajêr de %100 ji herifandine, û herwisa got ku zirarên lehiyê bi qasî zêde ne ku,  hekî  serokê navenda kirîzan  bi roj  serdana vê herêmê bikiriba û bi çavên xwe  asta ziraran  dîtba,  asta zirarên lehiyê wê his bikira.

Herwisa navbirî derheq zirarên lehiyê de got,  hin zirar bi sebeba baş çênekirina bingeha pirojeyanbûne û hin jî bi sebeba ji nav çûna daristananin.

 Bi sebeba baranan, lehiyê cadeyî  bajarê Puldoxterê  bi awayekî tewav herifandine û eva jî di demekê de ye ku, cadeyên zirar dîtî yên bajarê Kohdeştê yên bi sedema lhatina lehiyê di sala 1394`an heya niha jî nehatine çê kirin, û wê carê jî lehiyê bi qasî 6 milyard Tûmenî xesar gihandiye pirojeyên bingehîn yên bajêr û cadeyan,  û herwisa lehiyê rêyên 30 gundî bi awayê tewaw ji navbiriye.

wî berpirsê bajêr got ku, pêka rewşa aboriya welat, em hêvî dikin ku  alîkariyên hewce ji aliyê dewletê ve bên encamp dan, çimkû  para çandiniya wî bajarî xesarên herî zêde dîtiye.